
di deve devê 25ê gelawêjê de li 76emîn salvegera avakirina partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, endam û alîgirên PDKÎ li bajarên “Pîranşar û Bokqan”ê çalakiyên berfireh ên banghêjiyê lidar xistin.
Ciwanên şoreşger ên Kurdistanê li bajarê Bokanê li deve devê salvegera avakirina Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, peyameke pîrozbahiyê belav kirin.
Di wê peyamê de tevî pîrozkirina 25ê Gelawêjê, soza xwe digel armancên PDKÎ nû kirin.
Hevdem li bajarê Pîranşarê, endamên PDKÎ di “Kone Lacan”ê de çalakiyên berfireh ên banghêjiyê lidar xistin û wêne û traktên taybet bi 25ê Gelawêjê li nav xelkê belav kirin.