Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi hilkefta 26ê Sermawezê li gund û bajarên Kurdistanê çalakiyên banghêjî hatin lidarxistin

17:12 - 8 Kanûna pêşîn 2020

Endam û alîgirên PDKÎ bi hilkefta hatina 26ê Sermawezê roja Pêşmergên Kurdistanê li gund û bajarên Kurdistanê çalakiyên banghêjî lidar xistin.

Şeva Duşemî rêkevta 17ê Sermawezê Pêşmergên Bajar li bajarê Seqizê bi hikefta hatina 26ê Sermawezê roja Pêşmergên Kurdistanê di çalakiyek netirsane de alaya pîroz a Kurdistanê li ser pira “Kewesewar” bilind kirin.

Herwisa du pilkardên mezin yên pîrozbahî li ser pira hewayî ya “Sîlo û Hemalava” bilin kirin.

Ew cihên ku çalakî têde hatine lidarxistin cihên gelek qerebalx yên nav bajar û ewlehî ne û bi sedan maşîn û xelk di demjimêrekê de wan çalakiyan dibînin.

Ew çalakiyane di demekê de bi rê ve çûne, bilî wê ku xelkî bi çavan xwe çalakiyên hevalên xwe didîtin, belkî rewşa bajarê Seqizê bi tewawî mîlîtalîze kiribûn û hêzên rejîmê bi kincên leşkerî û medenî di nav bajar de digeriyan.

Herwisa têkoşerên Demokrart li gundê “Serdoş” yê ser bi bajarê Merîwanê bi hilkefta 26ê Sermawezê çalakiyên banghêjî lidar xistin û ew roj pîroz kirin.

Herwisa têkoşerên Parta Demokratê li bajarê Baneyê jî di çend cihên wî bajarî de çalakiyên banghêjî lidar xistin.