Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi hilkefta 26ê Xermananê di bajarên Sine û Merîwanê de çalakiyên banghêjî hatine lidarxistin

14:09 - 20 Îlon 2020

Çalakiyên banghêjî yên endamên PDKÎ bi hilkefta 26ê Xermanan, 28emîn salvegera terorkirina Dr. “Sadiq Şerefkendî” berdewam in û careke din endamên PDKÎ di bajarên Sine û Merîwanê de, bajar kirine bi navenda wefadarî bi rêbaza şehîdan.

Li berdewamiya çalakiyên endamên PDKÎ bi hilkefta salvegera teror a “Mîkonos”ê, çalakiyên banghêjî di bajarê Merîwanê de bi rê ve çû, di wê çalakiyê de endamên PDKÎ, posterên taybet di nav kolanan û cihên gîştî de belav kirin.

Çalakiyên endamên PDKÎ di bajarê Mirîwanê di “Dasîran a 1, Dasîran a 2, Mûsk a 2, Meydana Pêşmerge, Tazava ya Padigan, Rêya Tazava û taxa Îran Xudro”yê de hatine lidarxistin.

Herwisa têkoşerên Demokrat di bajarê Sineyê de, çalakiyên banghêjî lidar xistin û emegnasiya xwe bo rêbaza bi şan ya şehîdan dane xuya.

Di wan çalakiyan de, trakt û posterên taybet di cihên giştî û girîng yên bajarê Sineyê de belav kirin.

Çalakiyên banghêjî yên bajarê Sineyê di “Zankoya Kurdistan, Leşkera 28 a Sine , Balafirxane, Zankoya Ferhengiyan, Zankoya Azadî, Dadgeha Sine, Meydana Kawe, Bazarçeya Zagros, Spaha Beytulmuqeddes, Bajarvaniya Sine, Meydana Îqbal, Mizgevta Camîe, Meydana Sinedij, Fermandarî, Deftera Nûnerê Wilayet a Feqih li Sine, Yarîgay 22ê Gulan, Şeşumê Behmen û piraniya şeqam û rêyên serekî” de bi rê ve birin.

Endamên PDKÎ bi berdewamkirina çalakiyên xwe bi hilkefta 26ê Xermanê, salvegera terorkirina şehîd Dr. “Sadiq Şeferfkendî” û hevalên wî di restûrana Mîkonosê de, cinayetên rejîma Îranê şermezar dikin.