Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi hilkefta 28emîn salvegera terorkirina Dr. Sadiq Şerefkendî, Partiya Maf û Azadiyan “HAK-PAR”ê peyamek belav kir

14:04 - 17 Îlon 2020

Bi hilkefta 26ê Xermananê 28emîn salvegera terorkirina rêberê navdar, Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî di welatê Almaniyayê de ji aliyê rejîma terorîst a Îranê ve Partiya Maf û Azadiyan “HAK-PAR”ê, peyamek belav kir.

Deqa peyamê bi wî awayî ye:

Bi yada Dr. Sadiq Şerefkendî

Îro 28emîn salyada şehîd Dr. Sadiq Şerefkendî ye.

Dr. Şerefkendî di sala 1930an de li Rojhilatê Kurdistanê, li bajarê Bokanê hatiye dinyayê. Dr. Sadiq Şerefkendî, zanîyar, şoreşger û welatperwereke bijare bû. Malbata Dr. Şerefkendî gelek welatperwerên bi nav û deng perwerde kirine. Dr. Sadiq birayê helbestvanê netewî Abduerahman Şerefkendî, an ku mamoste Hejar e. Mamosta Hejar ji alî serkomarê Komara Kurdistanê nemir Qadi Mihemmed ve wekî “helbetvanê netewî” hatibû xelatkirin.

Piştî ku Dr. Qasimlo bi destê sîxûrên rejîma terorîst a Îranê di 13ê Tebaxa sala 1989 li Vîyanê hate şehîdkirin, Hizba Demokrat bi roh û caneke nû, kongreya xwe di dawîya sala 1991an de civand û di kongreyê de vê carê jî, dokturek din, Dr. Sadiq Şerefkendi wek sekreterê giştî hilbijart.

Doktor Sadiq Şerefkendî li ser kimyayê doktura xwendibû û di sala 1972an de ji bona dokturayê çûbû Fransayê. Piştî salak, yanî sala 1973an li Parîsê bi Qasimlo re hevnasiyê kiribû. Dr. Şerefkendi, di zankoyeke herî navdar “MARİE CURİE” de, di warê “analitik Kimya”yê tezek amade kiribû û sala 1976 tez hatibû qebûlkirin. Piştre Dr. Şerefkendî wek doktur hatibû Kurdistanê û tevlî refên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bibû. Dr. Şerefkendî di sala 1980an de wek endamê Komîteya Navendî a Hizba Demokrat di kongre de hate bijartin û Komîta Navendî Şerefkendî wek endamê deftera sîyasî (polit büro) hilbijart û watedar kir.

Tê zanîn ku HDKÎ endamê Enternasyonala Sosyalist e. Doktur Sadiq Şerefkendî ji bona beşdariya civîna Enternasyola Sosyalist a sala 1992an ku li paytextê Almanya Berlînê civîya bû, li Berlînê bû. Piştî ku civîna Enternasyonala Sosyalîst dawî pê hatibû, Şerefkendî xwestibû ku bi opozîsiyona dijber a Îranê re jî, hevdîtinekê pêk bîne. Lewra digel opozîsiyona dijberê Îranê xwestibû ku li ser pirs û qedera gelê Kurdistanê û xelkê Îranê gengeşe bikin.

Dr. Şerefkendî digel nûnerê Ewropayê HDKÎ Fettah Ebdûlî û nûnerê Almanyayê Hûmayûn Erdelanî beşdarê civînê bun. Bi wan re dijberê rejima Îranê Nûrî Dêhkurdî jî hebû.

Berê qerar hatibû dayîn ku wê civîn roja 18an çê be. Lê paşî dema civîn rojek berê, yanî roja 17ê Îlona sala 1992an pêk hat. Cihê civînê restoranta binavê “Mykonos” bû ku ji aliyê yekek Îranî ve li Berlînê dihate şixûlandin. Li ser masa civînê 8 kes hebûn. 4 kes ji endamê opozîsiyana dibjerê Îranê û 4 kes jî di heyeta HDKÎ de cîgirtibûn. Hê di destpêka civînê de terorîstên Îranê hatin û rasterast qesta heyeta HDKÎ kirin û her sê rêveberên Hizba Demokrat gulebaran kirin.

Qatil, li ser wan brîndaran man heta ku ew can bidin. Her kuştiyek kişandin goşeyekê salonê û termê wan jî gullebaran kirin. Paşê restoran bi cih hêlan û revîn.

Balkêş e ku di vê kiryara terorîstî de bi sedan gulle hatin avêtin. Li ser maseya civînê 8 kes hebûn, lê tenê sê Kurd hatin kuştin. Eşkere ye ku sîxûr û ajan jî, li wê derê amade û serkar bûn. Helbet sîxûr û xwefiroşan rapor dabûne teroristan ka kî li kuderê, li kîjan aliyê rûniştîye. Bêguman ew ajanê xulamok û hevkarê rejîma xwînrêj a Îranê bûn. Ew kes bûn ku haya wan jî vê hevdîtinê hebû û gelek bi başî û hûrkarî agadarê civînê bûn.

Careke din hate dîtin ku Kurd hewce ye li ser şîreta Qazî Mihemmed bisekînin û wê şîretê tu carî jibîr nekin:

“Ji nav dûjminên miletê Kurd yên herê dijwar Ecem in. Ecem ji tewan zalimtir û melûntir û Xwedê nenastir û bê dilovanîtir in. Destê xwe ji tu tawanên li dijî gelê Kurd nakêşin. Ecem, di dirêjahiya dîrokê de, bi gelê Kurd re xerez û kîna wan a kevnar her  hebûye û her niha jî heye.”

Em wekî Partiya Maf û Azadiyan terorkirina Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî bi tundî şermezar dikin.

HAK-PAR rêz û hurmeta xwe pêşkeşî hemû şehîd û rêberên Kurdistanê dike.

Bimre rejima Îranê ya zordest û dijberê miletê Kurd.

Bijî Azadiya Kurdistanê

17ê Îlona 2020

“Latif Epözdemir”

Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadîyan “HAK-PAR”