Bi hilkefta 26ê Xermananê 28emîn salvegera terorkirina rêberê navdar, Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî di welatê Almaniyayê de ji aliyê rejîma terorîst a Îranê ve Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK), daxuyaniyek belav kirin
Deqa daxuyaniyê bi wî awayî ye:
28 sal berê niha, Sekreterê Giştî a Hizba Demokrata Kurdistana Îranê (HDKÎ) “Dr. Sadiq Şerefkendî” li Berlînê paytexta Almanyayê kete ber êrîşa terorîstên ser bi Komara Îslamî ya Îranê û digel du endamên tekoşer, rêvîngên rêbaza Pêşawa Qazî, Fetah Abdulî û Humayun Erdelan şehîd bûn.
“Dr. Saîd” paş şehîdkirina “Dr. Qasimlo” bibû Sekreterê Giştî û ketibû bin barekî gelek giran. Dr. Saîd hevrêyê dilsoj û dêrînî Şehîd Qasimlo, rêvîngê rêbaza Pêşawa û şehîdên Kurdistanê bû û digel hevalên xwe yên serokatiya HDKÎ nehiştin alaya xebata Qasimlo bikeve erdê û paş şehidkirina Qasimlo bêhêvitî û belavbûnê di nav rêza xebatgerên HDKÎ da belav bibe.
Dr. Saîd jî her wekî şehîd Qasimlo girîngî dida xebata demokrasî û hevkariya hêzên demokratên Îranê û di civînekê de, ku bona vê armance hatibû amadekirinê, kete ber êrîşa terorîstê û bûye yekek ji serkêşên karvana şehîdên Kurdistanê.
Dr. Saîdê akademîsyen û nivîskar her wisa gelek girîngî dida hevkariya hêzên her çar parçeyen Kurdistanê û dostê dilsojê partiya me bû.
Em carekî dinê terorkirina Dr. Saîd û hevalen wî ji aliyê rejîma Komara Îslamî ya Îranê ve mahkum dikin.
Em piştrast in û heya îro hatiye selmandin, ku hevsengerên Dr. Saîd alayê xebata wî hertim bilind ragirin.
Dr. Saîd û hevalen wî û hemû şehidên Kurdistanê nemir in, riha wan şad be.
16 Îlona 2020
PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistanê