Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi hilkefta 33emîn salvegera şehîdkirina Dr. Qasimlo, li çiyayên Kurdistanê rêûresmek bi rê ve çû

13:17 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2022

Roja Duşemî 20ê Pûşperê, pêşmergên çiya ên Hêza 135 a Hêza Pêşmergên Kurdistanê, bi hilkefta 22ê Pûşperê û li 33emîn salvegera şehîdkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî, li çiyayên Kurdistanê rêûresmek lidar xistin.

Rêûresim bi ragirtina bîstek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqij yê şehîdên Kurd û Kurduistanê dest pê kir.

Piştre sirûdek li ser navê “Qasimlo” ji aliyê girûpa sirûdê ve hat pêşkêşkirin.

Di beşek din a vê rêûresmê de, gotarek li ser kesayetiya “Dr. Qasimlo” ,ji aliyê Fermandeyê Hêza 135 a “Mistefa Menaf” ve hat pêşkêşkirin.

Di berdewamiya vê rêûresmê de, kurtiyek li jiyana “Dr. Qasimlo” ji aliyê Danyal Îbrahîmî ve hat pêşkêşkirin.

Di dawiya vê rêûresmê de, helbestk bi navê “Dunadûn” ji aliyê “Şanaz Resûlî Eqdem” ve hat pêkêşkirin û rêûresim bidawî hat.