
Li bajarê Mihabadê, têkoşerên azadî bi hilkefta hatina Newrozê çalakî li cihên wek: Felekeya Saet, parka Mikaîl, Felekeya Ufoq, destpêka baxa Mikaîl, şehreka Fecr, tepeya Qazî, Burca Titûnçî, Seyîd Ava û Azadiganê lidar xistinz.
Li Bokanê xelkê têkoşer li taxa Seyîd Qutib, Nebî Ekrem, Elî Abad, Mecbûrava, Kose, Sahilî, Pirda Kuste, Çiyayê Reş û parka Banivanê bi hilkefta Newrozê çalakî lidar xistin.
Li Baneyê xelkê qehriman li Armerdeyê bi hilkefta hatina Newrozê çalakî bi rê ve birin.
Li Nexedeyê xelkê têkoşer tevî temirandina agirê wan ji aliyê Spaha Pasdaran ve, dîsan xelkê agir hil kirin û dîlan û xweşî kirin.
Li Şinoyê xelkê azadîxwaz li şehreka Ferhengiyan û Yasa çalakî lidar xistin.
Li Pîranşarê xelkê têkoşer çalakî lidar xistin û agirê Newrozê hil kirin.
Hêzên Spaha Pasdaran a terorîst ji tirsa birêveçûna Newrozê li mizgevtên Nenas û Delo yên ser bi bajarê Urmiyê de cihgir bûne.