Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi hilkefta koça dawiya “Umer Qazî” rêûresmek li Swêdê bi rê ve çû

12:57 - 1 Gulan 2022

Roja Şemî 30 meha Nîsanê, rêûresmek bi hilkefta koça dawiya kesayetiya naskiriyê Kurd “Umer Qazî” li bajarê “Stockholm”ê li Welatê Swêdê bi rê ve çû.

Rêûresim bi sirûda netewiya “Ey Reqîb” û xulekek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqijê şehîdan dest pê kir.

Di destpêkê de peyama hevxemiya malbata “Qazî” ji aliyê “Emîr Qazî” ve hate xwendin.

Piştre ji aliyê şanda PDKÎ bo vê reûresmê û endamê Navenda Siyasî yê PDKÎ, “Mela Hesen Şêweselî” û herwisa bi nûneratiya Komîteya Giştî ya PDKÎ, tevî xembarbûna xwe bo koça dawiya xwedêjêrazî “Umer Qazî” basek hûr li derheq canfîdayî, ked, tekoşîn û biwêriya “Umer Qazî”, pêşkêş kir.

Di beşek din a wê rêûresmê de peyamên aliyên cuda hatine pêşkêşkirin.

Herwisa di vê rûresmê de “Nahîd Husêynî” helbestek pêşkêş kir û ji aliyê Dr. “Husên Xelêqî” ve basek kurt li ser kesayetiya xwedêjêrazî “Umer Qazî” pêşkêş kir û hewisa “Ramîn Qenberî” helbestek bo vê reûresmê pêşkêş kir.

Di beşa dawiyê de “Helale Qazî, Qasim Qazî û Kameran Qazî” wekî malbata xwedêjêrazî “Umer Qazî” tevî baskirin ji fîdakariyên “Umer Qazî” li serdema rejîma Pehlewî û rejîma Axundî, spas ji beşdariya amadebûyên rêûresmê kirin û herwisa pêzanîna xwe li derheq hevxemiya beşdarbûyan dane zanîn.