Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi hilkefta roja cîhanî ya zimanê dayîkê saziyên weke Xwendkaran, Ciwanan û Jinan yên Pariya Demokrat a Kurdistana Îranê peyama hevpar ya pîrozbahiyê belav kirin

11:31 - 22 Şibat 2022

Bi hilkefta 21`ê Şobatê roja cîhanî ya Zimanê Dayîkê, saziyên weke, Xwendikaran, ciwanan û Jinan yên PDKÎ peyameke hevpar belav kirin.

Yekîtiya xwendkaran, Jinan û Ciwanan yên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, di peyama pîrobahiyê a hevpar a xwe de behsa girîngiya zimanêdayî kirin û ziman weke nasname û hêz û berxtewerî  pênase kirin.

Di peyama hevpar ya, ziman tenê weke amûrek bona pêkanîna peywendiyan behs jê nehatiye kirin belkû ziman weke pareke berfireh li tev warên jiyanê de,  li jiyana civakî bigire heta jiyana siyasî û aborî jixwe digire behs kiriye.

Herwisa di doma vê peyama hevpar de hatiye ku, nabe ziman di dem û qonaxeke destnîşan kirî de bê qut bikin, ziman saman û hêze çimkû, li rewta dîrokê de gelek ji neteweyên hejar û destkurt li rêya zimanê zimankî ve şiyane bibin bi xwediyê serweriya xwe.

Di dawiyê de saziyên weke Xwendkaran, Jinan û Ciwanên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, tevî pîrozbahîkirina vê roja cihanî ji hemû xemxwarên zimanê Kurdî re, soz û qewl dan ku lipêxema vegeşîna zimanê Kurdî de, xwe li ti kar û çalakiyekê bêpar nakin û rê û rêbaza mamota zarayan dê berdewam bikin.

2`ê Reşemeha 2721`an a Kurdî