
Endam û alîgirên PDKÎ li bajarê “Şino” bi hilkefta roja cîhanî ya zimanê dayîkî çalakiyên banghêjiyê lidar xistin û ev roj bilind nirxandin.
Têkoşerên demokratê nirxeke zêde dane zimanê dayîkê û li ser dîvaran nivîsandine: “Kesek ku nezane bi zimanê dayîkî binivîse, nexwandevar e.”
Ev çalakî di halekê de hatiye lidarxistin ku rejîma Îranê bo jinavbirin û helandina netewa Kurd, asmîlekirina ziman û nasnameya netewayetiya Kurdan wekî yek ji rêyên gihîştin bi armanca xwe ya dijemirovî mifahê jê verdigire.