Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi hilkevta 31 emîn salvegera şehîd bûna Dr. Qasimlo, çendîn part û alî û kesayetiya bi belav kirina peyam û daxûyaniyan, yadê wî rêberê mezin bilind nirxandin.

13:53 - 14 Tîrmeh (Temûz) 2020

-Partiya Sosyalîst a Kurdistaê li bakûr, di daxûyaniyekê de yadê şehîd Qasimlo û hevalên wî bilind nirxand.

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê carekî dinê şehîd kirina Qasimlo bi destê teroristên rejîma axundan bi tundî mehkum dike.

Em çu caran dostê xwe a dêrîn ji bîr nakin.

-Partîya Azadîya Kurdistanê “PAK” jî,  bi peyamekê Dr. Abdurahman Qasimlo bibîr anî.

Di parek ji Peyama PAKê de hatiye:  Dr. Abdurahman Qasimlo, sîyasetmedar, rewşenbîr û dîplomatekî welatperwer bû, ku Dr. Abdurahman Qasimlo û hevalên xwe gava civîna goftûgoyan ya bi dîplomatên Dewleta Îranê re lidardixistin, ji alîyê sîxurên Dewleta Îranê ve tûşî vê komployê bûn.

Di 31yemîn salvegera şehadeta wan de em Dr. Abdurahman Qasimlo û hevalên wî bi geramî bibîr tînin û bi vê minasebetê careke din jî em Dewleta Îranê rûreş dikin.

-Herwisa bi minasibeta salvegera terora Dr. Qasimlo, ENKS ê jî daxûyaniyek balav kir

Di parek ji daxûyaniya encumena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê de hatiye:  Em Qasimlo yê mezin bi bîr tînin û ew tenê ji partiya xwe û tenê ji Rojhilat neçu, belkî Qasimlo ji hemî Kurdan çu.

Di daxûyaniya ENKS ê de jiyan nama Dr. Qasimlo hatiye baskirin, ku hemî temenê xwe danaye bona xizmet bi doza Kurd.

Rejîma Îranê ji xebat û aştîxwazî û dîplomasî û hizra Dr. Qasimlo ditirsiya.

Di dawiya daxûyaniya ENKS ê de hatiye: Qasimlo di dilê hemî Kurdekê li her çwar perçên Kurdistanê dijî, em dixebitin heya ku armancên wî bi dest bînin.

- Herwisa HAK PAR ê jî bi dana daxûyaniyekê 31 emîn salvegera şehîd bûna Dr Qasimlo bi bîr anî

Partîya Maf û Azadîyan HAK-PAR’ê, şehîdê nemirê doza Kurdistanê, Doktor Evdirehman Qasimlo û hevalên wî, bi rêz û ihtîrameke mezin yad dike. HAK-PAR, rejime zordesta îranê ku sondxwar û neyarê qewmê Kurdaye, bi tundî şermezar aran dike.

- Herwisa kesayetiyê siyasî yê Kurd Osman Baydemir bi peyamekê yadê Dr.qasimlo bi bîr anî û hesta xwe li ser rêberê me yê mezin da xûya kirin.

- Xebatkarê naskirî yê Kurd  Riza Ke`ebî, yadê Qasimo bilind nirxand û xesara ji dest dana wî bo doza Kurd li Rojhilat giran hesiband.