Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi nêzîkbûna 26\'ê Sermawezê givaş bo ser malbatên pêşmerge û şehîdan zêde dibe

13:18 - 15 Kanûna pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Îdareya Îtilat a rejîma Îranê li bajarê Serqizê ji rêyên cûr ba cûr hewla bêrêzîkirin û şikandina kesayetiya malbatên şehîdan û pêşmergên Kurdistanê dide.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, roja Duşemî 8\'ê Çileya Pêşîn a 2013\'ê, îdareya Îtilat a rejîma Îslamî ya Îranê beşek ji malbatên şehîdan û pêşmergan bang kiriye û bi wan ragihandine ku her kerek hebin emê wan re cîbicî bikin.
Hevwelatiyeke hayîdarê vê meselê bi nûçegihaniya Kurdistanmediaê ragiahnd: Îdareya Ewlehî ya rejîma Îslamî ya Îranê dixwaze malbata şehîdan û pêşmergan bang dike û ber çavê xelkê sivik dike, lê ew malbatane û xelkê Kurdistanê ew pîlana rejîma pûçel kirine û tû car nakevine jêr rêkêfa siyaseta dijmankaraneya wê rejîma.

Malbata şehîdan û pêşmergên Kurdistanê daxwaz ji medyayan kirine ku bi rêya ragihandinê ve hemwelatiyan ji siyaseta rejîma Îslamî ya Îranê li Serqizê û bajarên din ên Kurdistana Rojhelatê, hayîdar bike.