
Di demekê de ko basê hindê heye ku Korona ji curê metisîdartir ji ya niha di cîhanê de belaw be, û gorî ragihandina rejîmê jî tûşbûyî yê wê vîrûsa nû di Îranê de hatiye tomar kirin, rejîm tenê di fikra parastina armancên xwe de ye.
Sitada berengar bûna di gel korona yê û wezareta tendirustiya rejîmê, biryar dane ku di piraniya Bajar û Parêzgehên Îran û rojhilatê Kurdistanê de, qedexeya li ser rêûresmên weke dawet û serxweşiyan nemîne û Talar û Mizgevt û cihên giştî dikarin asayî karê xwe destpê bikin.
Ewajî di demekê deye ku rojane gorî amarên xudî rejîmê, hezaran kes tûşî Koronayê dibin û sedan kes canê xwe ji dest didin.
Rejîm bi wê pîlanê ku dixwaze rewşê asyayî bide xuyakirin, bo ewê ku war xweş bike bo rakêşana xelkê bo beşdarî di rêpîvana 22 yê Behmenê de.
Lewra nabe xelk bi wê pîlanê bêne xapandin û divê hemî rênimayî yên xwe parastinê berçav bigrin.
Pêla ewiliye Korona yê ku taze hatibû, rejîê bi armanca beşdarî kirna xelkê di maşkanê ya hilbijartina meclisê de, rastî ji xelkê welat weşartin ku mixabin bi wê hegerê ve heta niha dehan hezar kesan canê xwe ji dest dan.