
Birêveberê Saziya Temirandina Agir yê Kirmaşanê “Ferhad Ferhûdî” bo nûçegihaniya girêdayê rejîmê “ISNA”yê gotiye: “Demjimêr 8:17 şewê agirpêketin li apartimanek 9 qatî qewimiye ku bûye sedema canjidestdana jin û zarokekê”.
Herwisa “Ferhad Ferhûdî” gitiye ku heta niha 12 kes bi sedema wê agirpêketinê hatine birîndarkirin û 21 kes jî ji agirpêketina wê apartimanê rizgar kirine û xisarên malî bi wê apartimanê kevtine.
Piraniya avahiyên mezin ên parêzgeha Kirmaşanê alavên pêşkevtî yên hewce bo temirandina agir tinînin û ew yek dibe sedem ku di dema qewimîna agirpêketinan de xisarên canî û maliyên zêde hebin.
Berê, Birêveberê Giştî yê saziya Temirandina Agir yê parêzgeha Îlamê, “Nusretullah Lutfî” di wê derheqê de gotibû: “Di avahiyên mezin li parêzgeha Îlamê de, alavên temirandina agir tinînin”.