
Kurdistanmedia: Bilindbûna nirxa benzînê mamosteyên ku di deverên sînorî yên bajarê Urmiyê de wanebêjiyê dikin, rastî pirsgirêkan hatine û her bi vê sedemê nerizayetiyên xwe nîşan dane.
Deverên wekî, Soma û biradost û Sîlwana ku deverên sînorî ên bajarê Urmiyê ne, mamosteyên dibistana ku li bajarê Urmiyê ji bo dersdanê sedan KM bi maşînên xwe rê didine berahîka xwe, bilindbûna nirxa benzînê wisa kiriye ku ew mamosteyane rasî pirsgirêkan bên.
Her di vê derheqê de, mamosteyên wanebêj ragihandine ku, bilindbûna nirxa benzînê arîşeyeke mezine bo me, çimkî ew benzîna sehmiyebendî para me nake û em dibe benzîna azad bikirin, û mi`aşê me tenê para benzînê dike, û ew hemû zehmet û keda me jî heder diçe.
Herwisa mamosteyên wanebêj dane zanîn ku, meger mi`aşê me çende zêdeye ku em bikarin benzîna 3,000 tumenî bikirin, belkî ew mi`aşê me tenê para benzînê bike, û em bi wî awayî nikarin zarokên xwe jî xwedî bikin.
Mamosteyên wanebêj sedan KM rê didine berahika xwe, daku bikarin zarokên wan deveran hînê dersxwanê bikin, lê berpirsên rejîm jî, tenê fikra dizî û gendeliyê de ne û ti fikrekî bo wan pirsgirêkan nakin.