Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi sedema bûyera kar welatiyekî Kurd canê xwe ji dest da

14:32 - 11 Şibat 2015

Kurdistanmedia: Kedkarekî ciwan yê Kurd piştî 16 rojan di jêr çavedêriya bijişkî di nexweşxanê de bi sedema ketin ji bilindahiyê di halê karkirinê de, canê xwe ji dest da.

Li gor raporta malpera Kurdistanmedia, kedkarekî Kurd xelkê bajarê Pawe di Tehranê de bi sedema bûyera kar di avahiyeke çend qatî de li bindahiyê kete xwarê û piştî 16 rojan razandin di nexweşxaneyekî Tehranê de, canê xwe ji dest da.

Ew ciwanê Kurd yê 20 salî piştî 16 roj jêr çavdêriya bijîşî, doh bervar 10’ê Şibata 2015’an, li nexweşxaneyê jiyana xwe jı dest da.

Nebûna alavên îmenî di dema karkirinê, îmenî nekirina avahiya ji aliyê xwediyê avahiyan ve, salane dibe sedema can girtina dehan hemwelatiyan.

Ji aliyekî din ve du bira ku wek çavdêr bi şev li kompaniyeke bajarê Gîlana Rojava ya Kirmaşanê diman, bi sedema bîhn girtina dûkela rejiya darikan, tendurustiya xwe wida kirin.

Tê gotin yek ji wan ku 24 sal temenê wî bûn bi sedema dijwariya nexweşiyê jiyana xwe ji dest da, lê birayê wî li nexweşxaneyê bin çavdêriya bijîşkî de ye.