Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi sedema daxistina kompaniyayên Luristanê, 3 hezar kes betal man

10:14 - 14 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Bi sedema daxistina kompaniyayên parêzgeha Luristanê, 3 hezar kes betal mane ku, pirraniya wan heya bîmeya betaliyê jî nînin.

Daxistin û nîv daxistiya kompaniyayên mezin yên parêzgeha Luristanê, ji wan kopmaniyên wekî, “Pola ya Luristanê, Saman Kaşiya Birocêrd û Maşînsaziya Luristanê û … hwd, betaliya 3`ê hezar kesî lipey xwe hebûye.

Li gorî amarên rejîma Îranê di sala 1397`an, betalî li parêzgeha Luristanê 13.5% ji bûye, di demekê de li rêjeya nîviya betaliya welat 12% ji bûye û bilindtire, herwisa ew amara wekî amarên din yên rejîmê cihê baweriyê nîne û asta betaliyê gellek li yak u hatî baskirin zêdetire.

Siyasetên şaş yên rejîma Îranê û dorpêçên derve, yek ji sedemên daxistina wan kompaniyan li Luristan û parêzgehên din yên Îranê bûye, ku bûye sedema betaliya qata kêmdesthilat yên civakê.

Piştî daxistina kompaniyayên parêzgeha Luristanê, asta betaliyê zêde bûye, û pirraniya wan kesên ku betal bûne, bîmeya betaliyê nînin û di jêr givaşên aborî de jiyan dikin, ew kesên ku li ser Karin jî, heya çend mehan heqdestê wan cem xwedî karan dimîne.