Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi sedema givaşên hêzên rejîm çalakvanekî Kurd naçar ma welat biterkîne

14:47 - 28 Gulan 2014

Kurdistanmedia: Çalakvanekî Kurd xelkê bajarê Ciwanro li parêzgeha Kirmanşanê, seba givaşên hêzên îdareya Ewlekar yên rejîma Îslamî a Îranê, bi naçar welat terkand.

Kempêyîna berevanî ji girtiyên siyasî û sivîl bilav kir, Wehab Fexrî piştre jî ji aliyê hêzên îdareya Îtilata rejîma Îslamî a Îranê ve gef xwaribû.

Yek ji nêzîkên Wehab ragihand: Wehab Fexrî çendîn car ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve bi tundî gef xwaribû û tenanet kesek bi navê “Wezîr Husênî” ku ji endamên Sipaha Pasdarên rejîm li bajarê Ciwanroyê ye, seba ew rexnên ku ji nûnerê rejîm li meclisê bûye, kiriye, gef û bêrêzî bi wî hatiye kirin.

Tê gotin ew çalake Kurde ji aliyê hêzên rejîm ve bi telefonê gef jê hatiye kirin û daxwaz jê kirine ku cihê jiyana xwe biterkîne.

Wehab Fexrî piştre jî seba rexne ji nûnerê bajarê Ciwanroyê li parlemana rejîma Îranê bêrêzî bi wî hatibû kirin.