Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi sedema herifîna dîwarekê li gundeke bajarê Serdeştê welatiyekê canê xwe ji dest da

17:54 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2021

Roja Pêncşemî 22ê Temûzê welatiyek ê bi navê “Xidir Mûsapûr” û xelkê gundê “Kûnemişk”ê ser bi bajarê “Serdeşt”ê, di dema avakirina enbarekê de bi bilûkan, dîwar bi ser wî de herifî û bû sedema canjidestdana wî welatîyî.

Her salê li Rojhilatê Kurdistanê, rêjeyeke zêde ji welatiyan dibin bi qurbaniyê bûyerên kar û bînasaziyê.

Piranmiya wan welatiyên ku di dema karkirinê de canê xwe ji dest didin kedkar in ku, bi sedema nebûna ewlehiya kar canê xwe ji dest didin.