Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi sedema kêmiya ard di Kurdistan û Îranê de egera hindê heye ku nanvanxane bêne daxistin

12:24 - 17 Çirriya pêşîn 2020

Di bajarên Kurdistan û Îranê de kêmiya ard micid e, û xwedê nanvanxaneyan ragehandine ku tevî vê ku ard dest nakeve nirxa wê jî giran bûye û eva jî ti qazancek bo me nîne.

Di parêzgeha Mazenderanê de xwediyê nanvanxaneyan rahihandine, ku berê her tayeke ardê bi qasî 90 hezar tumenan bû, lê niha bûye bi qasî 200 hezar tumenan.

Xelik di bajarên wekî ,Kerec, Meşhed, Urmiye, Sine û çendîn bajarên din yên Kurdistan û Îranê de bo wergirtina nan dibe çendîn demjimêran di dorê de bisekinin.

Di wê demê de nirxa nan çar beranber girantir bûye û yekîtiya nanvanxaneyan jî ard bo nanvanxaneyan dabîn nakin.

Di niha de ku nan bi zehmetî di nanvanxaneyên Kurdistanê de peyda bide, di heman demê de jî, ard kêm e û du beranber bilindtir bûye.

Karbidestên rejîma Îranê îdi`a dikin ku pirsgirêka kêmiya ard di bajaran de nîne û eva destê delalan li pişte.