Nebûna av li devera “Zêwedar” ya li bexşa “Me`imûlan” a ser bi bajarê Polduxtera girêdayî parêzgeha Luristanê, bûye sedem 400 donm ji baxçeyên hejîran hişik bibin.
Bexşdarê Me`imûlanê “Hebîbullah Mosewî” diyar kiriye: “400 donm ji baxçeyên herî baş ên hejîran li devera Zêwedarê, bi sedema nebûna avê hişik dibin û 15 gundên wê deverê û gundên devera Pişttenga Şakeremî, rastî bêaviyê hatine û xelkê wan deveran ji vê rewşê û nebûna ava vexwarinê nerazî ne”.
Herwisa “Hebîbullah Mosewî” tekezî kiriye: “Kirîza bêaviyê bûye gefek micid li ser baxçeyên hejîran ku ev zêdetir ji 50 salane hatine çandin û eger gihandina avê bo wan baxçeyan dereng bikeve êdî ti qazancek bo werzêran tinîne û av negihîje baxçeyan dê hemû hişik bibin”.
Hejîrên “Zêwedar” ku baştirîn cura hejîran in, bi sedema bêaviyê ji nav diçin û rejîma Îranê bilî sozên çewt heta niha ti pêngavek bona çareserkirina kirîza bêaviyê neavêtine.