Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi sedema topbarana Tirkiyê 8 kes li gundekê girêdayê bajarê Zaxoyê hatin kuştin

13:31 - 21 Tîrmeh (Temûz) 2022

Li encama topbarana arteşa Tirkiyê li gundê “Perex”ê  girêdayê bajarê Zaxoyê ku gundeke avedan û geştiyarî ye, 8 kesan canê xwe ji dest dan û 26 kes jî birîndar bûn.

Roja Çarşemî 20ê Tîrmehê, Qaymeqamê bajarê Zaxoyê “Muşîr Beşîr” di hevpeyvîn digel Nûçegihaniya Rûdawê gotiye: “Îro arteşa Tirkiyê du caran gundê Perexê ku di deverek geştiyarî de ye topbaran kiriye, lewma 8 geştiyaran canê xwe ji dest dane û 26 geştiyarên din jî birîndar bûne.

Her di vê derheqê de birêveberê Geştiyariya Zaxoyê “Çiya Emîn” gotiye: “Girûpeke 200 kesî ya geştiyarên Ereb ku xelkê naverast û başûrê Îraqê ne, serdana wî gundÎ kirine, lê arteşa Tirkiyê çendîn top li cihê mana geştiyaran xistin, û her ji ber wan topbaran jî 8 kes ji wan geştiyaran hatin kuştin û 26 yên din jî birîndar bûne.

Herwisa li derheq êrîşa artêşa Tirkiyê Neteweyên Yekgirtî bertek nîşandan û “Koşka Sipî” bi belavkirina daxuyaniyekê ragihand: “Kuştina kesên xeyrî leşkerî nayê qebûl kirin, û hemû welat divê rêz bo sozên xwe yên girêdayî bi yasayên navnetewî yên weke rêzgirtin ji xeyrî leşkeriyan bigirin. Em sersaxiyê dibêjine malbatên kuştiyan û xwe piştevanê desthilatdarî, ewlehî û aramiya tev Îraq û Herêma Kurdistanê dizanin.”

Herwisa dewleta Îraqê ji Tirkiyê daxwaza kiriye ku, divê ji xelkê Îraqê daxwaza lêborînê bike û tev hêzên xwe yên leşkerî jî li axa Îraqê vebikşîne. Û Herêma Kurdistanê jî, ji Bexda û civaka navnetewî daxwaz kir ku li derheq ragirtina destdirêjiyên Tirkiyê karekê encam bidin.

Ji aliyek din ve jî xelkê Îraqê li hember balyozxaneya Tirkiyê li Bexdayê xwenîşandan lidar xistin û alaya Tirkiyê anîn xwarê û avahiya balyozxaneya Tirkiyê jî şewitandin.

Herwisa Tirkiyê jî bertek nîşandaye û Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihandiye ku ev êrîş karê me nebûye û karek terorîstî bûye û divê Îraq ji piropagendeyên saziyên terorîstî xwe biparêzin.