
Li encama topbarana arteşa Tirkiyê li gundê “Perex”ê girêdayê bajarê Zaxoyê ku gundekî avedan û geştiyarî ye, 8 kesan canê xwe ji dest dan û 23 kes jî birîndar bûn.
Roja Çarşemî 20ê Tîrmehê, Qaymeqamê bajarê Zaxoyê “Muşîr Beşîr” di hevpeyvîn digel Nûçegihaniya Rûdawê gotiye: “Îro arteşa Tirkiyê du caran gundê Perexê ku di deverek geştiyarî de ye topbaran kiriye, lewma 8 geştiyaran canê xwe ji dest dane û 15 geştiyarên din jî birîndar bûne.
Her di vê derheqê de birêveberê Geştiyariya Zaxoyê “Çiya Emîn” gotiye: “Girûpeke 200 kesî ya geştiyarên Ereb ku xelkê naverast û başûrê Îraqê ne, serdana wî gundi kirine, lê arteşa Tirkiyê çendîn top li cihê mana geştiyaran xistine, û her ji ber wan topbaran jî 8 kes ji wan geştiyaran hatine kuştin û 23 yên dn jî birîndar bûne, lê ew amara destpêkî ye û lêkolîn berdewam in.
Li derheq amara kuştî û birîndarên vê topbaranê de hîn amarek serrast nehatiye belavkirin û amarên belavbûyî ji hev cuda ne.