
“Ebas Ebdî” Serokê Pêwendiyên Giştî yê Orjansa Îlamê roja Sêşemî 3ê Gulanê ragihand: “ Di 48 demjimêrên derbasbûyî de 225 kes bi sedema tozbarînê bo nexweşxaneyê hatine veguhastin”.
Herwisa “Ebas Ebdî” gotiye: “ Pêka rapora vê navenda pizîşkî, 10 nexweşên dil û hinavan ji aliyê “Orjansa 115” ve bo navendên dermanî yên vê parêzgehê hatine veguhastin, herwisa 225 nexweşên dil û kezeban serdana nexweşxaneyên din ên wê parêzgehê kirine”.
Herwisa hatina tozê bo parêzgeha Kirmaşanê, hewayê 4 bajarên wê parêzgehê xistiye rewşek metirsîdar.
Pêka pêvera pisbûna hewa “AQI”, hatina tozê bo bajarên “Qesrê Şîrîn, Serpila Zehaw û Îslam abada rojava”ê pila 500 û bajarê Kirmaşanê pila 367 e ku dide xuya rewşa deverê heta çi astekê metirsîdar e.
Pêka keşnasiyê hatina tozê dê heta piştî nivroya roja Înê 6ê Gulanê, li parêzgeha Kirmaşanê berdwam be.