
Roja Înê 1`ê Cozerdanê, bi sedema birûskê, çêrîngeh û daristanên gundê “Dizawer”(kawujal)ê girêdayê bajarê Pawê, agir pêket û pareke wê çêrîngeh û daristanê şewitî.
Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew agirpêketin, çendin hiktar ji çêrîngeh û daristanên wî gundî şewitandiye û xisareke zêde bi jîngeha wê deverê ketiye.
Herwisa wê çavkaniyê gotiye, tevî agehdarkirina navenda temirandina agir a bajarê Pawê, karbidestin hikûmî ên pêywendîdar ti cehdek bona temirandin û kontrolkirina agir, nekirine.
Herwisa wê çavkaniyê ragihandiye: “ew agir ji aliyê xelkê gundê “Dizawer” û jîngehparêzan û alîgirên jîngehê ve bi tewawî hatiye kontrolkirin.