Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi wêne: Li bajarên Kirmanşan, Sehne û Pawê bîr anîna şehîd Dr. Qasimlo bilind hat nirxandin

22:07 - 6 Tîrmeh (Temûz) 2013

Kurdistanmedia: Li bajarên Kirmanşan, Sehne û Pawe bo bîr anîna 24 saliya şehîkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî bi dest dîplomatên tîrorîst yên rejîma Îslamiya Îranê, çalakiyên teblîxî birêve çûn.

Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, endam û alîgirên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarên Sehne û Kirmanşanê bi awayekî berbilav bi nivîsîna deruşm û bilavkirina tirak û postrên taybet bi bîr anîna rêberê şehîd, dr. Qasimlo çalakî birêve birin.

Li bajarm Kirmanşanê bi xasmanî li biluara Dr. Qasimlo, îdareya Bajar sazî, kolana Sabûnî , sêrêya Hafiziye, alîgir û endamên PDK Îranê bi bilavkirina tirak, CD û poster di wî warî çalakiyên teblîxî birêve birin.
Ji aliyê din ve alîgirên Yeketiya Xwendekarên Demokrat ên Kurdistana Îranê li bajarê Pawê seba 24’emîn salroja şehîdkirina Dr. Qasimlo çalakiyên teblîxî kirin û peymana wefadariyê li gel rêbaza şehîd Dr. qasimlo nû kirin.