Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Biavayekî berfireh li Îran û Kurdistan karê teblîxî tê kirin, da ku xelk beşdarî Şanogeriya rejîmê nebin

12:24 - 11 Şibat 2020

Li dewe dewê birêweçûna Maşkanêya rejîmê bona hilbijartina Meclisê, li seranserî Îranê xelkê vêzar bûyî û birîndare Îranê bo ewê ku bidne kivşê beşdariyê di wê maşkanêyê de nakin, destkirine bi karê teblîxî.

Li wan çalakiyên teblîxî de daxwaz ji xelkê tê kirin ku neçne ser sindûqên dengdanê û çiyê din rewayîyê nedne wê rejîma cinayetkar.

Li Rojhilatê Kurdistanê xortên çawnetirse Kurd berdewamin li ser kar û çalakiya teblîxî daku xelk neçine ser Sindûqên dengdanê.

Li Bajarê Ciwanroya Birîndar we bi karê teblîxî ji xelkê wî bajarî hatiye xwastin ku, bi çi avayekê deng nedne rejîma dijî kurd ku 2 Mehan berî niha bû ku singe xortên Ciwanroyê kirne serad û coke Xwînê li wî bajarî de diherkî.

Ew cihên ku li Bajarê Ciwanroyê de çalakî birêwe çune ewin:

Îdara Perwerde û pêgehandinê

Mihela Faza 3

Meydana Mewlewî, Banka Mesken

Şaredariya Bajar

Şeqama Seedî û Şirketa te`awonî

Lewma Xortên Bajarê Ciwanroya birîndar bi çalakiyên xwe û nivîsîna diruşman daxwaz kirin ku kes neçe û deng nede cinayet û dîktatoriyê. Diruşm ewin: Deng dan serşoriye” deng nedne dîktatoriyê” deng dan, îxanete, “ serkewe Rasan”

Herwisan li Bajarê Şino yê jî xortên demukrat çalakiyên teblîxî birêwebirin û daxwaz ji xelkê kirin ku beşdariyê li şanogeriya rejîmê de nekin, Xortên Şinoyê jî ragihandin ku dengdan şermezariye.

Herwisa li Bajarên Mezine weke Tehran, Isfehan, Şîraz, Kerec, Ehwaz, Tewrêz, û gelek cihên dine bi avayê berfireh diruşm ji aliyê xelkê we li ser Dîwaran tên nivîsîn.

Parek ji diruşman ewin: “Merg û neman bo dictator”, “Deng dan, bê deng dan”, “Meha Xezelwerê dom dike” “ Xwîna xortan çilêhat?” û gelek diruşmên dine.