Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bikaranîna dermanên ku ji madên hişber hatine berhemanîn li Luristanê canê 885 kesan jê standiye

11:47 - 26 Çirriya pêşîn 2021

Îsal di parêzgeha Luristanê de 885 kesan bi sedema bikaranîna dermanên ku ji madên hişber hatine berhemanîn, jehrî bûne û bi wê sedemê canê xwe ji dest dane.

Cihgirê Xwarin û Derman yê Zanîngeha Zanistên Pizîşkiya Luristanê, “Muhsin Esedbêygî” di civîneke rojnamevaniyê de got: “Îsal li parêzgeha Luristanê 885 kesan bi sedema bikaranîna dermanên ku ji madên hişber hatine berhemanîn û herwisa ji dermanên bizvîner(Moherrik) mifah vergirtine, canê xwe ji dest dane”.

Herwisa navbirê got: “Di Luristanê de 885 kes hatine Tomarkirinku bi wê hegerê serdana nexweşxaneyên parêzgehê kirine, herwisa parêzgeha Luristanê ji aliyê bikaranîna hebên birinc, rewşeke xirab heye”.

Herwisa “Muhsin Esedbêygî” got: “ Di parêzgeha Luristanê de îsal 16 kesan bi hebên birinc xwe kuştine û herwisa %42 a merg û mirinan bi sedema bikaranîna dermanên dijegend û hebên birinc bûne”.

Navbirî daye zanîn ku 35 zarokên ku temenê wan jêr 6 salan bûne di wê parêzgehê de bi sedema bikaranîna dermanên ku ji madên hişber berhem hatine û herwisa bi sedema madên kîmiyayî, jehrî bûne”.