Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bikaranîna madeyên hişber di nav jinên Îranê de %100 zêde bûye

19:19 - 16 Kanûna pêşîn 2013

Kurdistanmedia: di heyamê çend salên derbasbûyî de rêjeya jinên tûşbûyên madeyên hişber di Îranê de, du qas zêde kiriye.


Li gor hinek ji karzanan, jinên Îranê %7 tûşbûyên madeyên hişber ku heşîmeta wan pitir ji 1 milyon û 500 kes dibe , pêk tîne.
Li gor gotina wezîrê hundirî, rêjeya jinên tûşbûyên medeyên hişber li Îranê di heyamê çend salên derbasbûyî de, %8,9 zaf bûye.
Di vê pêwendiyê de hinek ji serhejmarên nafermî bas ji zêdebûna %100 rêjeya jinên tûşbûyên medeyên hişber di Îranê de dikin.
Zêdebûna %100 jinên tûşbûyên medeyên hişber di demekê de ye ku %62 ew jinên xwediyê mal û zarok in û ji aliyê berpirsên pêwendîdarên rejîma Îslamî ya Îranê ve tû hewlek bo çareseriya wê pirsgirikê nehatiye kirin.
Ji aliyek din ve rêjeya jinên tûşbûyên medeyên hişber li devera Kurdakincî yên Îranê rû ji zafbûnê ye.