Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê li bajarê Urmiyê de 5 girtî, bidarvekirin

12:47 - 18 Gulan 2024

Sizayê bidarvekirina 5 girtiyan ku yek ji wan jinek Turk e û tûşî nexweşiya şêrpencê jî bibû, li demjimêrên destpêkî yên roja Şemiyê de li girtîgeha navendî ya rêjîmê li bajarê Urmiyê de hate cîbicîkirin.

Pêka rapora “Hengaw”ê, 5 welatî ku yek ji wa jinek Turk e, ku bi tohmetên pêywendîdar bi madên hişber ji aliyê dadgeha rêjîmê ve sizayê bidarvekirinê bi ser wan de hatibû sepandin, li sibêdeha roja Şemî 29ê Banemerê, li girtîgeha navendî ya rêjîmê li bajarê Urmiyê de hatine bidarvekirin.

Pêka vê raporê, jineke bi navê “Perwîn Mûsewî” temen 50 salî ya xelkê bajarê Meraxê, “Mensûr Nasirî” temen 45 salî xelkê bajarê Bokanê, “Perwîz Qasimî” temen 32 salî û “Ramîn Lewendî” yê temen 27 salî xelkê bajarê Urmiyê li girtîgeha navendî ya rêjîmê li bajarê Urmiyê de hatine bidarvekirim.

Pêka rapora “Hengaw”ê ew 4 girtiyane li roja Pêncşemî 27ê Banemerê bo odeya takekesî hatibûne vegihastin.

Bidarvekirina wan welatiyan li halekê de ye ku “Perwîn Mûswî” li girtîgehê de tûşî nexweşiya şêrpencê bibû û pêştir rewşa tendirustiya wê bi nebaş hatibû ragihandin.