
Piştî vê ku “Heyder Qurbanî” girtiyê siyasî yê Kurd li girtîgeha bajarê Sineyê de hate îdamkirin, rejîmê bi rêya bikirêgirtiyê xwe ve di dibistan û xwedndingehan de dixwaze li dijî wî girtiyê siyasî yê Kurd yê hatî îdamkirin biaxive û xirabiya wî bas bike.
Li gor çavkaniyek agehdar li xwendingeha “Xumeynî” ya li şeqama Moderis a bajarê Urmiyê, mamostayekî besîcî yê wê xwendingehê yê bi navê “Îhsan Şerîfî” mamostayê beşa Felsefe li dijî xebata rewa ya PDKÎ û şehîd “Heyder Qurbanî” gotinên çewt ji bo dersxwanan kiriye.
Di heyama binçavkirina şehîd “Heder Qurbanî” de girte videoyek li îtirafên wî yên bizorê li ser ragihandinên rejîmê hatine belavkirin, lê piştî îdamkirina wî ji aliyê rejîma Îranê ve, xelkê Rojhilatê Kurdistanê bi awayekî berfireh ew yeka şermezar kirin û rêz li berxwedaniya wî girtin, lê rejîma Îranê li berteka çalakiyên xelkê de hewlên micidtir bo terora kesayetiya şehîd “Heyder Qurbanî” dide.