Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bilavkirina madên hişber li Kurdistanê de hêla sor derbas kiriye

20:05 - 6 Adar 2013

Kurdistanmedia: Bilavkirina madên hişber pişkek li bajar û gundên Kurdistana Îranê zaf bûye û tu kes û aliyek xwe bi berpisyar nizane.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, rêjeya tûşbûna Ciwanan û xelkê bajarê Mihabadê bi madên hişber zaf dibe û kaftêriya û Xwaringehên sunetî ku bi vê armancê tên bikaranîn, hejmara wan zêde bûne.
Hevwelatiyeke bajarê Mihabadê bi malpera “Kurdistanmedia” ragehand: Serbarî zor bûna Kaftêriya û Xwaringehên sunetî li bajarê Mihabadê, kasanek ku pêywendî li gel Sipaha Pasdaran û Îtilata rejîma Îranê re hene, madên hişber tewlî titûna nargêlê (Qeliyan) dikin, heya ku bi vê awayê xelk nexwazyer tûşî madên hişber bikin.
Ji aliyek din ve çend heftiyên derbas bûyî li gundên derûberên bajarê “Neqedê” li parêzgeha Urmiyê ji aliyê çendin kesan madên hişber bi awayeke sîstematîk bilav diken û rêjeya tûşbûn bi madên hişber di nav xelkê vê deverê de zêde dikin.
Nasnama ev kesên ku dest dan bi bilav kirina madên hişer ji aliyê malpera “Kurdistanmedia” hetiye parastin.
Hevwelatiyeke xelkê Neqedê li vê pêywendiyê de bi malpera “Kurdistanmeda” re axiviye û got: Piraniya herî zor a ev kesên ku madên hişber difiruşin bi destfirotin, cigarefirotin, golfirotin û ....hewd, karê firotina xwe bi encam digehînin û li jêr konterol û çavdêriya hêzên Întizamiya rejîma Îranê kar dikin.
Bajarê Sinê jî li fişara bilavkirina madên hişber bêbar nine
Hevwelatiyeke bajarê Sinê li pêywendî li gel zêdbûna mahên hişber li deverê bi malpera “Kurdistanmedia” ragehand: Li heftiya derbas bûyî de hejmarek kas ku pêywendî li gel rejîma Îsamî a Îranê re hene dest dane bi bilav kirina “Meşrûbên Elkulî” û bikar anîna wan meşrûbanê ji aliyê çendîn Ciwanan, heya niha 60 kes tûşî gor bûn û mesmûm bûn û paşan mirine.
Ev hevwelatiyê di axavtina xwe de got: Ev meşrûbate bi dest hetiye çêkirin û ji aliyek din ve “Caşên” rejîmê li nav bajarê Sinê bilav dikin.
Ev hewla kasane ku pêywendî li gel rejîmê re hene ji aliyê welatiyên bajarê Sinê bi “sitratîjiya li navbirina gelê Kurd” ji aliyên rejîma Dîktatora Îslamî a Îranê tê sirove kirin.
Li bajarê Urmiyê madên hişber rojbiroj pere distîne
Ji aliyek din ve li bajarê Urmiyê stratejî û pîlana rejîma Îranê bo bilavkirina madeyên hişber, tenê nexweşkirina civaka Kurdistanê ye û herwiha lawazkirin û jinavbirina îradeya ciwanên kurd e û bendewarbûna malbatan bi zarokên tûşbûyî bi vê diyardeyê ye ku dehan pirsgirêk û belayên din ji ber bikaranîna madeyên hişber tûşî wan dibin.
Hevwelatiyeke bajarê Urmiyê got: Li bajarê Urmiyê rojbiroj malbatên hejar û hejartir dibin û sîstema rejîma Îranê ku Ciwanên Kurd tûşî madên hişber dike û di dawiyê de naçar dibin pêywendî li gel rejîma Îranê bigirin û weke xwefiroş an “Caş” di deverê de bên nasîn.