Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bilavkirina madeyên hişber ji aliyê kirê girtiyên rejîm di nav deverên Urmiyê de

22:43 - 6 Tîrmeh (Temûz) 2013

Kurdistanmedia: Kirê girtî û besîcên rejîma Îranê li devera “Diza Dolê”ya ser bi bajarê Urmiyê, di nav dukan û qehwexanan madeyên hişber bilav dikin.

Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, rejîma Îslamiya Îranê bi alîkaiya kirê girtiyên xwe û besîcan di nav dukan û qehwexanên “Diza Dolê”a ser bi bajarê Urmiyê ku li ser rêya Mihbadê û Urmiyê helkevtiye bi eşkereyî madeyên hişber bilav dike.

Kesên mihtad di dukan û qehwexanan , bê avê ku ji aliyên hêzên rejîma Îranê tûşî ber bestan bin bi eşkereyî mêjûlê kêşana madeyên hişber in û zemînesaziyên bo ciwanên Kurd çêdikin ku ciwanên Kurd jî tûşî madyên hişber bin û mihtad bikin.

Her divê pêwendiyê de çend rojan berî niha hêzên rejîm di devera “Dolê”a ser bi bajarê Urmiyê dest bi komkirina mahwarên hevwelatiyan kiribûn.
Cara çendê ye ku hêzên rejîma Îslamiya Îranê, diçine gundên Urmiyê bi bêhurmetîkirina bi xelkê dest bi komkirina mahwaran dikin.