
Bilindbûna nirxa nan û daketina kalîteya wê pirsgirêk dijwar ya xelkê hejar li parêzgeha Sineyê ye û xelk tevî daketina kaliteya nan neçar in bi qer nan bikirin.
Daketina dahata xelkê parêzgeha Sinê ji aliyek û daketina kalîte û bilindbûna nirxa nan li wê parêzgehê bûne sedem ku xelkê hejar di wê parêzgehê de nekarin perê nanê rojane dabîn bikin û neçar mane ku bi danîna kartek an belgeyek din nan bi qer bikirin.
Pêka gotina xelkê parêzgeha Sineyê li çendîn taxên bajarê Sinê wekî “Ebasava, Kanî Kozele, Ferece, Heseava, Nayser, Nenele, Doşan, Îslam abad, Hacîava, Xefûr, Şerîfava û Girîze”yê û herwisa çendîn bajarên din ên wê parêzgehê xelk bi qer nan ji nanvaxaneyan dikirin.
Parêzgehên Rojhilatê Kurdîstanê tevî ku parêzgehên hejar in, kêmtirîn bûdce hene û kêmtirîn xizmetkarî bo wan parêzgehan têne kirinê û rejîma Îranê ku zêdetir ji %20 a genimê hewce bo Îranê li wan parêzgehan dabîn dike, ardê xirab û bi nirxek bilind bi nanvaxaneyên wan parêzgehan difiroşe.