Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Biljîk dixwaze dîplomat-terorîstekî rejîma Îranê digel welatiyek Belêjîkî li Îranê vebiguhere

12:35 - 3 Tîrmeh (Temûz) 2022

Di Parlemana Biljîkê de reşnivîsek hatiye berbas ku eger bê erêkirîn, terorîst-dîplomatê rejîma Îranê “Esedullah Esedî” dê radestî Îranê bê kirin û regngehiya veguherîna wî terorîstî digel welatiyekî binçavkirî yê Biljîkî di Îranê de heye.

Pêka vê reşnivîsê, kesên binçavkirî dikarin heyama binçavkirina xwe li welatê xwe derbas bikin û eva di halekê de ye ku “Esedullah Esedî” dîplomat- terorîstekî rejîma Îranê ye ku armanca wî teqndina civînekê li bajarê Parîsê bû û egera radestkirina wî terorsîtî bo Îranê heye.

Pêka nûçeyên belavbûyî dewleta Biljîkê di hizra vê yekê de ye ku wî terorîstî digel welatiyekî xelkê Biljîkê ku di Îranê de hatiye binçavkirin, veguhere.

Çendîn parlemanterên parlemana Biljîkê digel wê reşnivîsê dijayetî kirine û berê jî parlementarê Biljîkê “Mişêl Fraylîş” gotibû: “Nabe em digel terorîstan an dewletên tertorîstî danûstandinê bikin.”

Rejîma Îranê bi barimtegirtina kesên biyanî li Îranê di hewla bandorxistin û givaş li ser welatên din de ye ku bikare beşek ji siyasetên xwe bi rê ve bibe an bi awayekî din, terorîstên xwe li welatên din û bi taybet di wê dawiyê de ji welatên“Swêd û Biljîk”ê rizgar bike.