Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Binçavkirina du çalakvanên karkerî ên kurd

20:13 - 6 Gulan 2015

Kurdistan Media: Dozgeriya Înqlab a Sine, hokmê binçavkirina du çalakvanên karkerî ê Kurd derxist.


Li gor rapora malpera Kurdistan Media, roja Duşembiyê 5`ê Gulana 2015`an, dozgeryia Înqilab a Sine, 15 roj ceza yê hepsê bo Mehmûd Salihî û Osman Îsmaîlî du çalakvanên karkerî ên kurd destnîşan kir.

Li gor çavkanî yeke agadar, malbata Mehmud Salihî û Osman Îsmaîlî, piştî serdana liqa pênc a dozgeriya Înqlab a Sine û hevdîtina li gel qazî, ew ji hukmê binçav kirina mirovên xwe hatine haydarkirin.

Roja 30`ê Nîsana îsal, hêzên ewlekarî yên rejîma îslamî ya Îranê hêriş birine ser mala Mehmud Salihî û ew çalakvanê karkerî yê Kurd binçavkirin e.

Hêzên ewlekarî yên rejîmê, dema binçavkirina wî çalakvanê karkerî ê Kurd de, Kompûter û hinek kelopelên şexsî ên wî jî li gel xwe birin.

Piştî binçavkirina Mehmud Salihî, çalakvanê karkerî yê Kurd li Seqizê, Osman Îsmaîlî çalakvanekî din yê karkerî jî li Mehabadê, ji aliyê hêzên ewlekarî yên rejîmê ve hat binçavkirin.
Binçavkirina çalakvanên karkerî di Kurdistana Rojhilat de , bi bertekdan (wakoniş)a serokê Konfidrasiyona Nawdewletî, Yeketiya karkeran û serokê Fedrasiyona Nawnetewe a veguhestina kedkaran re rû bi rû bû.

Şaron Baru û Îstifan Katên, di nameyekî de bo rejîma îsalamiya Îranê, bi sedema binçavkirina çalakvanên karkerî û azar û ezyetkirina karkeran ji bo xwepêşandan û daxwaza mafên xwe yên rewa, ew rejîm şermizar kir.