Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bidarvekirina girtiyekî xelkê Kirmaşanê li girtîgeha Navendî ya Şîrazê

13:02 - 18 Gulan 2024

Sipêdeha roja Sêşemî 25ê Banemera 1403 a Rojî, sezayê bidarvekirina girtiyekî yê bi navê Reza Qubadî, xelkê Kirmaşanê li girtîgeha Navendî Adil Abada Şîrazê, hate cîbcîkirin.

Li gorî nûçeya Kurdpayê, ev girtî nêzî 5 salan bi tohmeta peywendîdar bi madên hişber hatibû girtin û piştre ji aliyê dezgeha dadweriya rêjîmê ve sezayê bidarvekirinê biser de hatibû sepandin.

Ev girtî ji dayîkbûyê sala 1365an bûye.

Heya niha nûçeya bidarvekirina wî girtiyê, ji aliyê navendên fermî û mediya yên navxwe ye Îranê, nehatiye ragehandin.