Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê daxwaz ji rêjîma Îranê kir ku hinartina çek û cebilxanê bo Hûsiyan bisekinîne

13:09 - 18 Gulan 2024

Amerîkayê daxwaza sekinandina veguhastin a cebilxanê ji Îranê ve bo Hûsiyên Yemenê kiriye ku Hûsî bi wan cebilxaneyan êrîşê dikne ser gemîraniya navnetewî li deryaya Sor de.

“Rabêrt Vûd” Cihgirê Balyozê Amerîka li Şêwreya Ewlehî ya Saziya Netewên Yekgirtî tekez kir ku ew Şêwreya li pey dawîanîn bi şerê navxweyî yê Yemenê ye û bi alîkariya hemû aliyan bi Îranê bidin selimandin ku nikare li pişt Hûsiyan de xwe veşêre û divê kiryarên xwe yên tevdanî û çêkirina aloziyan bi dawî bîne.

Herwisa navbirî ragihand ku pêka belgeyên ku li ber destê wan hene, rêjîma Îslamiya Îranê bi binpêkirina dorpêçên Saziya Netyewên Yekgirtî li ser xwe, mijûlê şandina alavên şer û cebvilxaneyên pêşkevtî yên wek mûşekên balistîkî û Kirûz, bo Hûsiyên Yemenê ye.

Herwisa “Rabêrt Vûd” bi tekezî ragihand: “Bi piştrastkirina nîgeraniya Şêwraya Ewlehî li derheq binpêkirina berdewam a dorpêçên cebilxane, em divê karên zêdetir bo bihêztirkirin a birêveçona dorpêçan bikin û rêgiriyê ji kiryarên binpêkerê rêjîma Îranê bigrin.

Hûsiyên Yemenê bi alîkariya rêjîma Îranê li warê cebilxane, malî û zanyariyên bi roj, deryaya Sor, Babulmendeb û deryaya Emmanê aloz kiriye û êrîşê dike ser gemiyên ticarî û ewlehiya deryayî li wan deveran de têk daye.