Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gefa bidarvekirinê li ser girtiyekî Kurd heye

13:06 - 18 Gulan 2024

Saziya Lêbihorîna Navnetewî bi belavkirina daxuyaniyekê daye zanîn ku metirsiya bidarvekirina girtiyekî xelkê bajarê Mihabadê li demekê nêzîk de heye.

Saziya Lêbihorîna Navnetewî bi belavkirina daxuyaniyekê daye zanîn ku metirsiya bidarvekirina “Kameran Şêxe” yê xelkê bajarê Mihabadê ku digel 6 kesên din bo odeya takekesî hatiye vegihastin, li demekê nêzîk de heye.

“Kameran Şêxe” ê temen 39 salî, li 16ê Sermaweza 1388 a Rojî, ji aliyê hêzên ewlehî yên rêjîma Îranê ve li bajarê Mihabadê de hate binçavkirin û li dawiya heyva Reşemeya 1394 de bi tohmetên “mufsidê fîl Erz, encamdana çalakî li dijî ewlehiya netewî, propaganda li dijî rêjîmê û endametî li girûpên selefî”, sizayê bidarvekirinê bi ser de hate sepandin.

Li wan heyvên dawiyê de sizayê bidarvekirina girtiyên olî yên vê dosyê yên bi navên “Xusro Bişaret, Qasim Abiste, Eyûb Kerîmî, Davûd Ebdullahî, Ferhad Selîmî û Enver Xizrî” hatiye cîbicîkirin.