Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Givaşa rêjîma Îranê li ser bawirmendên ola Behayî berdewam e

13:07 - 18 Gulan 2024

Rêjîma Îranê 75 sal girtîgeh û 750 milyon Tumen sezaya nexdî bi ser 15 jinên bawirmend ên ola Behayî li bajarê Îsfehanê de sepand.

Taya 1 a dadgeha inqilab a rêjîmê li bajarê Îsfehanê de ser hev 75 sal girtîgeh û 750 milyon Tumen sezaya nexdî û qedexeya derketin ji Îranê û bêparkirinên civakî, bi ser 15 jinên bawirmend ên ola Behayî li bajarê Îsfehanê de sepand.

Pêka rapora Navenda Mafê Mirovî ya Îranê, “Mojgan Pûrşefî`î Erdistanî, Nesrîn Xadimî Qehquruxî, Azîta Rizwanîxwah, Şo`ilê Aşûrî, Mojdê Behamîn, Beşrî Motehher, Sara Şekîb, Semîra Şekîb, Roya Azadxoş, Nûşîn Himmet, Şûrengîz Behamîn, Sanaz Rastê, Meryem Xursendî, Fîrûzê Rastînijad û Ferxunde Rizwanpêy” ji aliyê rêjîmê ve hatine sezadan.

Rêjîma Îranê givaşeke zêde xistiye ser bawirmendên ola Behayî û dest biser darayiyên wan de digre û wan ji cihên jiyana wan de rastî pirsgirêkên micid dike û heta çendin gundên cihên jiyana wan kawil kirine û bi hovanetirîn şêwazê reftarê digel wan dike û wan  binçav dike ‘ sezayên giran bi ser wan de disepîne, bi taybet jinên bawirmendê Ola Behayî rastî pirsgirên gelek micid tên.