Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bîr anîna Dr. Qasimlo û hevalên wî li binkeya Deftera Siyasî a PDK Îranê bilind hat nirxandin

16:35 - 13 Tîrmeh (Temûz) 2013

Kurdistanmedia: Li binkeya Deftera Siyasî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, rê û resma 24’mîn salvegera şehîdkirina Dr.
Qasimlo û hevalên wî hat lidarxistin.



Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, R ê û resm îro roja şemî berwar 13’ê Tîrmeha 2013’an, 24’mîn salvegera terora rêberê navdar ê Kurd Dr. Qasimlo bi beşdariya endamên rêberiya PDKÎ, mêvan, kadir, pêşmerge û malbatên pêşmergan û heyetekî Partiya Sosyalîsta Kurdistana Turkiyê li binkeya Deftera Siyasî a PDKÎ, li bajarê Koyê hat lidarxistin.

Ev rê û resme bi xwendina sirûda netewî ya “Ey Reqîb” û deqîqeyek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqijê şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê, dest pê kir. Piştre fîlmekî dêkomêntarî bi nvaê “nêrînên Dr. Qasimlo li ser xebata Kurd” nîşana beşdarbûyan dan.


Paşan peyama Deftera Siyasî a PDKÎ bi vê hilkevtê ji aliyê Kerîm Perwîzî, endamê Deftera Siyasî a PDKÎ ve hat pêşkêşkirin.

Perwîzî got: Dr. Qasimlo li ser mîzê hevpeyvînê tevî terorîstên komara Îslamiya Îran hat şehîdkirin û belgename dibêjine me kerbidestên komara Îslamî bi terorîstan gotibûn, eger divê pevpeyvînê de bi encam negehîştin Dr. Qasimlo teror bikin.

Kerîm Perwîzî basa biyugrafiya Dr. Qasimlo kir û herweha got: Jiyana Dr. Qasimlo tejî bûye ji keresat û nexweşî û kend û kosp, lê serbarî wan hemiyane Dr. Qasimlo li ser komek pirensîpên weke azadî pêdegir bûye û ew kospane nekarîne ev çemkane bal Dr. Qasimlo kêm reng bikin.

Bîr anîna kek Ebdullah Qadirî Azer endamê Komteya Nawendî a PDK Îranê û Fazil Resûl hevalê Partê ku tevî Dr. Ebdulrehman Qasimlo hatin şehîdkirin ji aliyê Kerîm Perwîzî, endamê Deftera Siyasî bilind hat nirxandin û her wusa besek li Kek Seîd Selam Ezîzî endamê Deftera Siyasî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ku sala 1378’a rojî seba nexweşiy koça dawiyê kir, kir.

Perwîzî li dirêjahiya axavtina xwe de eva jî anî ber bas, Dr. Qasimlo têdikuşa netewa xwe pê bigehîne û têkuşiye ku hevalên xwe li gel dunyaya serdem aşina bike û wusa ji wan bike ku xwediyê hindek xasmaniyan bin û hinek xalên girîng di hevalên wî de bên xuyakirin ku weha bandorê bixe ser wan ku heya davîn dilopa xwîna xwe pêdagir bin li ser mafên xwe ên netewî.


Her divê pêwendiyê de peyama hevper a rêxistinên Ciwanan, Jinan û xwendekarên Demokrat ên Kurdistana Îranê ji aliyê Hisam Ehmedî, cîgirê Yeketiya Ciwanan ve hat xwandin.

Di dawiya merasimê de çendîn sirûd ji aliyê kora Huneriya PDK Îran, du helbes bi navê “Deqîqeyek bêdengî” û “Ey Pêrlaşêz” ji aliyê Gulbax Behramî û Şîma Elayarî û pexşanek ji aliyê Faxir Mewlewî ve hat pêşkeşkirin.

Hejmarek peyam jî bona 22’ê Pûşperê bi destê birêveberiya rê û resmê gehîştibû ku pak hatibûn ji:

- Peyama Partiya Sosyalîsta Kurdistana Turkiyê
- Peyama komîteya Teşkîlata Eşkere, Bêtuên
- Peyama komîteya Teşkîlata Eşkere, Pişdere