Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêkxistinkirina para taybet a nexweşiya Kirona di bajarê Kirmaşnê de

11:51 - 1 Şibat 2020

Pêka nûçeyên navxweyî yên belavbûyî, Serokê Zanîngeha Iloma Pizîşkî a Kirmaşanê, Mehmûdriza Muradî, li derheq vê ku veyrûsa Kironayê roj bi roj di welatê Çînê de berfireh dibe gotiye: “Roj bi roj tûşbûyên vîrûsa Kironayê berfireh dibe û hekî bi wî wayaî here pêş dê gelek welatan ji xwe ve bigre, û wisa tê xuya ku ev vîrûse di welatên Tirkiye û Îraqê de jî hatiye dîtin û em nigeran kirine ku ev vîrûse bê di nav Îranê de jî.

Mehmûdriza Muradî daye zanîn, ji 10 rej beriya niha ve, sîstemên tendirûstiyê di halê amadebaşiyê de ne, û niha jî navenda tendiurûstî a parêzgeha Kirmaşanê, bo parastina nexweşên Kironayê nexweşxaneya Emam Riza diyarî kiriye.

Rejîma Îranê heya niha çendîn caran daye zanîn, ku vîrûsa Kironayê hatiye nav Îraq û Herêma Kurdistanê.

Di vê derheqê de li heyama çend roj beriya niha, Wezareta Tendirustî a Îraqê ragihandibû: “Heya niha di Îraq û Herêma Kurdistanê de ti haletek ji vîrosa kironayê nehatiye tomarkirin, û di xalên sînorî de binkeyên taybet bo vê nexweşê hatine avakirin.

Herwisa vê wezaretê dabû zanîn, li dijî vîrûsa Kironayê me hevahengiyeke baş digel Wezareta Tendirustî a herêma Kurdistanê heye.

Heya niha bi sedema vîrûsa Kironayê di welatê Çînê de 132 kes hatine kuştin û zêdetir ji 6 hezar kes jî tûşbûyê vê vîrosê bûne.