
Kurdistanmedia: Di heyama çend rojên derbazbûyî de, piştî rabûna lehiyê di çend parêzgehên Îranê de, berprisên rejîma Îranê bi awayên coda soz û qewlên nûkirina deverên zirar berkî dane.
Husên Selamî cihgirê Femanderê Spaha Pasdaran a terorîst gotiye ku, hêza me bo birêvebirina vê kirîzê bername darêtiye ku di heyama du mehan de wê rewşa kirîzê wekî berê bike, û piştire jî me bernameyên demdirêj hene da ku rewşa niha li berê baştir bikin.
Herwisa Hesen Rohanî jî gotiye ku emê rewşa kirîzê di heyama sala 1398`an de tewav bikin, û ev axavtinên berpisên rayedarên rejîmê di demekê dene ku, di heyama çend rojên derbazbûyî de, ji ber nebûna bernameyên navendên hawarhatinê yên rejîmê bo pêragihîştin bo xelkê zirar berketî, rastî rexneyên tund hatibûn û heya di hin cihan de, di navbera hêzên ewlehiyê yên rejîmê û xelkê nerazî de şer û alozî derketibû û di vê pêwendiyê de hevwelatiyekî xelkê Ehwazê canê xwe jidest da.
Rohanî ku di axavtinên xwe de gotibû wira “New Orleans” nine Îrane, birêvebereke torên civakî jî di bersiva Rohanî de wiha nivîsiye ku, wira Îrane nûkirin yan avadanî bi tu awayî nayê gorê.
Her di vê pêwendiyê de, birêveberekî din yê torên civakî bi weşana wêneyên bajarên ku bûyerên xwezayê rûdane yên wekî bajarê Bemê piştî erdheja hatî , bajarê Kirmşanê û herwisa Xoremşer derheq axavtinên Rohanî de bertek nîşan da û wiha got,: “Bajarê Bemê piştî derbazbûna 14 salan bi ser erdhejê de, Kirmanşan piştî derbazbûna salekê bi ser hatine erdhejê, û herwisa Xoremşer jî piştî derbazbûna 30 salan bi ser şer de heya niha jî her wekî xwe vêran mane.
Berpirsên Amerîkayê jî çendîn caran derheq xemsariyên birêvebiriya çavkaniyên xwezayî yên Îran û avakirina bendavên ne hewce û herwisa bêbernamebûn bi armanca tijî kirina berîkên berpisên gendel yên rejîma Îslamî hişdarî dane û ev wekî sbebên serekî yên çêbûna kirîzên cuda yên jîngehê yên wekî rabûna lehiya veranker û hişksaliyên bê mînak dane zanîn.