Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dewleta demkî ya Sûriyê, êrîş kire ser kurdên Rojavayê Kurdistanê

16:05 - 7 Çirriya pêşîn 2025

Pêka dawî raporên belavbûyî, şer li navbera hêzên dewleta demkî ya Sûriyê digel Kurdên li taxên bajarên Helebê dest pê kiriye û zêdetir ji 2 kes ji xelkê medenî li vê êrîşa hêzên dewleta demkî ya Sûriyê de hatine kuştin û nêzî 20 kes ji xelkê medenî hatine birîndarkirin û înterneta 2 taxên Kurdan li bajarê Helebê qut bûne.

Tilêvîzyona Sûriyê belav kiriye ku li wî şerî de 3 kes ji hêzên dewleta demkî û 6 erebên taxên Ereban hatine kuştin.

Xelkê Kurd li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de li hember hêzên dewleta demkî û Erebên taxên din berxwedan kirine û tevî ku hêzek nehevseng hebûne hêzên dijber neçar bi paşvekêşan li hinek kolan û şeqaman kirine.

Ehme El-Şeri, serkomarê demkî yê Sûriyê jî li kiyrareke nedêmokratîk de roja Newrozê li rojên fermî yê teitîlatan reş kiriye, ev yeka li halekê de ye ku hemû teitîlatên olî yên misilman û kirîstiyanan li teitîlatên fermî yên Sûriyê de hatine berçavgirtin, lê Newroza Kurdî hatiye reşkirin û li teqwîma Sûriyê de wek roja fermî û teitîl nehatiye naskirin û tomarkirin.

Hêzên Sûriya Dêmokratîk “HSD”ê jî ragihandin ku dewleta Sûriyê berpirsyarê vê êrîşê ye ku bi zirêpoş û tankan êrîş kirine ser wan 2 taxên Kurdan û bi xumpare û dironan ev tax kirine armanc.