Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêveçûna semînarekê bi boneya 7’mîn salvegera avabûna Tishk.TV

22:03 - 20 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistana Îranê di nêzîkatiyên salvegera avabûna Tishk.TV de semînarek birêve bir.


Li gor rapora nûçegihanê Kurdistanmedia, demjimêr 11’ê Serêsiba roja Şemî berwar 19’ê Gulana 2012’an, Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistana Îranê semînarek li jêr navê “Tishk.TV Û Rolê Wê Di Ragihandina Kurdî De”, bi beşdariya birêz “Mistefa Hicrî Sekreterê Gişyî yê PDK Îranê, ji berêzan “Rehîm Surxî” mamostayê Zankoyê û “Ferhad Erşedî” Endamê Cihgirê Komîteya Navnedî yê PDK Îranê re lidar xist.
Di destpêk de birêz “Rehîm Surxî” amaje bi avabûna “Tishk.TV” weke medyayek Kurdî hewcehiya vekolînê sebaret bi kiryara dezgehê han di demek zemenî yê diyarîkirî de kir heya bi ezmûn wergitin di pêşerojê de pêşkevtinên berbiçav tomar bike.
Piştre birêz “Ferhad Erşedî”, sebaret bi birêveberiya ragihandinê û “Tishk.TV” weke mînak basek pêşkêş bi amadebûyan kir.
Di dawiya bas de her yek ji beşdaran pirsên xwe arastey korrgêran kirin û piştre ji aliyê birêzan ve hat bersivdan.