Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mirina cinayetkarekî rêjîmê bû sedema keyxweşiya hejmareke zêde ji xelkê

13:05 - 20 Gulan 2024

Îbrahîm Reîsê, yê serkomarê rêjîmê tevî pêşîneyeke reş li kuştina hezaran girtiyên siyasî li sala 1367 a Rojî û bidarvekirin, kuştina ser şeqaman û îşkencekirina xelkê Îranê, roleke bingehîn hebûye.

Li halekê de ku hejmarek ji milîsên ser bi rêjîma Îranê ên wek Hemas û Hizbullah û Hûsiyên Yemenê li derheq mirina Îbrahîm Resî peyama sersaxiyê bo rêjîmê şandine, hejmarke zêde ji xelkê Îranê bi belavkirina şêrînî li ser şeqaman, nivîsîn û belavkirina peyaman li ser torên civakî, keyfxweşiya xwe ji mirina wî cinayetkarê rêjîmê ade xuya.

Li halekê de ku polîsê rêjîmê huşdarî daye ku bikarhênerên torên civakî xwe ji nivîs û wêneyên ku nûşanderî keyfxweşiya xelkê ye biparêz in, sîpelek ji peyam, wêne û henekên xelkê bi rîêjîmê û herwisa keyfxwşiya xelkê ji mirîna wî cinayetkarî, tê dîtin.

Beşek ji malbatên qurbaniyên şoreşa Jînayê, malbatên bidarvekiriyan û beşeke ji xelkê xisarpêketî û qurbaniyên cinayetên vê rêjîmê îşare dikin ku hewcebû ew cinayetkare, berî mirinê ji aliyê xelkê ve hatiba dadgehîkirin.

Îbrahîm Reîsî tevî wan cinayetên hovane, bû sedema gelek pirsgirên din li Îranê yên wek pirsgirêkên aborî û civakî û herwisa wek serkomarên berê yên rêjîmê bi sozên çewt cehda xapandin û jirêderxistina xelkê Îranê dida û fermanên rêberê rêjîma Îranê li hemû waran bi taybet, serkut, kuştin, sizadan û bidarcvekirina xwenîşanderên nerazî û serhildêran, cî bi cî dikir.