Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li demekî kin de Îranê dê rastê qeyrana wize bê

17:09 - 20 Gulan 2024

Kêmbûna wize li Îranê pirsgirêkeke gelek micid e û hekî neyê çareserkirin dê rastî îflasa yekcarî ya dabînkirina wize bê û siyasetên rêjîmê li vê derheqê de yên 40 salan berî niha ne.

Li halekê de ku bikaranîna berqê li Îranê gelek zêde bûye, li hember de berhemanîna berqê li Îranê de gelek kêm bûye û ber bi qeyraneke dijwar ve diçe û hemû sozên rêjîmê bo zêdekirina berhemanîna berqê bi çewt derketine û ew yeka li ser aboriya Îranê û pişeya berhemanîn li Îranê gefek gelek micid e.

Rêjîma Îranê bi dirûşmên rengahreng bi taybet li berhemanî berqê de bi rêya reaktorên navkî bo berhemanî berqê bi tevahî bi çewt derketine û niha beşeke zêde ji kargeh û kûmpaniyên pîşeyî rastî pirsgirêka nebûna berqê hatine û gelek caran kar wan disekine.

Li vê derheqê de birêvereê Şêwreya danûstandinên hikûmî digel kerta taybet, “Mecîd Eskenderî” gotiye: “Em îro dibînin ku danîna nirxên fermî bi ser pêkhênerên wizeyê, me bo sala 1980 a Zayînî paş ve dibe û em li vê serdemî de mane û ew yeka li halekê de ye ku dirûşma sala 1403 a Rojî bo beşdariya xelkê li berhemanînê de hatiye navdêrkirin. Niha dema vê ye ku em ji xwe bipirsên dê çawa bikarî wan salên li cih mayî qerebû bikin”?