Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îbrahîûn Reîsî û kesên digel wî li kevtinexwarê ya Hilîkopterê de hatine kuştin

11:53 - 20 Gulan 2024

Îbrahîm Reîsî serkomarê rêjîmê, Husên Emîrebdullahiyan wezîrê derve yê rêjîmê, û çend kesên din ên rêjîmê li kevtinexwarê ya hilîkopterê de li bilindahiyên devera Werzeqanê de li parêzgeha Tewrêzê de hatine kuştin.

Sibêdeha roja Dûşemî 31ê Banemera 1403 a Rojî, termê Îbrahîm Reîsî yê serkomarê rêjîmê, Husên Emîrebdullahiyan ê Wezîrê Derve yê rêjîmê, Mihemed alê Haşîm nûnerê Xamineyî li Tewrêzê, Malik Rehmetî parêzgarê Tewrêzê, pasdar Mêhdî Mûsewî, psadarekî spaha ensarulîslam û 3 balafirvanên hilîkopterê ên bi navên serheng Tahir Mistefewî, serheng muhsîn Deryanûş, sergurd Bêhrûz Qedîmî li bilindahiyên devera Werzeqanê de hatine peydakirin.

Sedema kevtinexwarê ya vê hilîkoptera rêjîmê hêj nexuya ye û pêka ragihandinên ser bi rêjîêmê, termê beşek ji wan şewitiye lê termê Îbrahîm Reîsî neşewitiye û termê wan bo bajarê Tewrêzê hatiye veguhastin. 

Mirina Êbrahîm Reîsî ku bikujê hezar girtiyê siyasî û cinayetên hovane ye, ji aliyê xelkê ve wek nûçeyeke xweş hate vergirtin û li ser şeqaman şêrînî belavkirin û li ser torên civakî de pêlek ji keyfxweşiya xelkê tê dîtin.