Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêz Hesen Şerefî: “Pêkanîna Kongireya Neteweyî hêviya ji mêjve ya xortên neteweya Kurd e, û divêt em giring bizanin”.

12:58 - 26 Îlon 2013

Hevpeyvîn: Hîwa Mîrzayî

1. Giringiya lidarxistina Kongireya Neteweyî li serdemê niha de çi ye?

Bersiv: giringioya lihevnêzîk bûn û hevsozî û piştevanîkiirna Kurdên her perçeyeke Kurdistanê ji xebat û mafên neteweyî ên Kurd, li parçên din ên Kurdistanê û herweha yekgirtin û alîkariya hêzên siyasî ên Kurd li her pereçeke Kurdistanê her ji mêjve hewcehiyeka xebata azadîxwazane û neteweyî ya Kurd bûye ku mixabin kêmtir ser giritiye, û li gor xebata giştî ya Kurd girngiyeke weha pê nehatiye dan, eva jî di demekê de ye ku hikumetên zal bi ser her yek ji perçeyên Kurdistanê de, serbarê tewaya nakokiyên xwe li pêwendî li gel pirsa Kurd li herêmê de hevgirtî bûne, û pîlnên hevpar dijî Kurd darêtine û li serkûta Kurdan de hevkariya yektir kirine.

Hekî hewcehiya hevgirtin û hevsoziya Kurd li her perçeyekê bo perçeyên din li holê de bûye, kêm û zêde renge li hinek qonaxên zemanî de xwe nîşan dabe, lê qet bi qasî hewce û bi awayekî bi bandor li holê de nebûye, lê niha bi berçavgirtina zeqbûna doza Kurdan li hemû parên Kurdistanê de, ew şert û merc û guhertinên ku rû dane, yan rû didin, vê dixwazin ku Kurd bi awayê hewce avrûyê bide vê pirsa giring, û vê pirsê bi mercê serkevtina Kurd û geşekirina xebata Kurd li her çar parên Kurdistanê de bizane.

Berî anîne berbasa Kongireya Neteweyî ya Kurd bi awayek micid û bo yekem car ku di vê rastayê de em pêngavan hilgirin karekî bi vêc, û di rastî de hêviya ji mêjve ya xortên neteweya Kurd e, û divêt em giring bizanin.

2. gelo hûn dikarin ji me re bas ji komîte û komîsyonên lêjneya amadekar bikî, û bi baweriya wedeskevtên wan komîte û komîsyonan heya niha çi ne?

Bersiv: Piştî civîna berfireh ya 31’ê Pûşper ku bi destpêşxeriya serokê Herêma Kurdistanê hate encamdan, di vê civînê de pêşniyara pêkanîna Komîteya Amadekar ya Kongireya Netewî pêkhatî ji 21 kesan hate kirin.

ew komîte dest bi kar bû û heya niha heşt komîsyon bo pirsên pêwendîdar bi civaka kurdewarî û xebata Kurd pêk anî, ku ew komîsyon ji bilî vê ku yek ya çend endamên komîteya amadekar têde beşdar bûn, li komek şareza û pisporên her yek ji pirs û mijarên her komîsyonekê mifah hatiye wergirtin û di her komîsyonekê de çend rapor hatin amade kirin ku piştî bas û gengeşeya li ser her gelaleyekê bo her komîsyonekê gelaleyeke bi tanê, û raporeke cihê pesenda endamên komîsyonan lê ket, ku rapor dane komîteya amadekar ya Kongireya Neteweyî û piştî behs û nirxandina her komîsyonekê bi hinek têbîniyan û destkariyan ve hate pesendkirin.

Diyar e ku karê du komîsyonan maye ku li heyameke din ew jî wê herin rîza raporên pesendkirî.

Ji bilî karê komîsyonan, komîteya amadekar ya Kongireya Neteweyî a Kurd, diruşmên kongirê û hejmara mêhvanên derekî ku 300 kes dibin, herweha hejmara beşdarên Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê ku 600 kes dibin, diyarî kiriye. Lê di vê derheqê de, niha jî rêjeya her perçeyeke Kurdistanê nehatiye diyarîkirin.

Bi baweriya min wek yek ji endamên 21 kesî ên komîteya amadekar ku li heyamê 45 rojên borî de ji nêzîk ve agehdarê karê komîsyonan û heta endamên komîsyonên siyasî û dîplomasî bûm, min dît ku endamên komîsyonan çiqas zehmetiyan dikişînin, û encama kar û zehmetên wan ez baş dinirxînim û raporên amadekirî bi karê serkevtiyane ya endamên komîsyonan dizanim, bi taybetî ku bi encam gihîştina karê komîsyonan û heta komîteya amadekar ya kongireyê, bê arîşe nebûye, ku eva jî asayî ye, jiber ku lênihêrîna partî û aliyên siyasî li her çar beşên Kurdistanê û rewşa xebata wan li her perçeyekê bi tawahî wek yek nîne, ku eva jî yekem car e nûnerên Kurd li her çar beşên Kurdistanê bi armanca pêkanîna kongireyeke Kurd ku peyameke hevpar hebe, û hemû aliyên xebata her çar perçeyan li ber çav bihê girtin dikare, vê asayî bûnê re pasawê bîne.

3. Gelo sedemên paşxistina Kongireya Neteweyî çi ne?

Bersiv: Parehêlana lidarxistina kongirê vedigere bo ser du sedemên sereke: Ya yekem eva ye ku komîteya amadekar ya kongirê li 45 rojan de herçend ku beşeke giring ya karên xwe bo amadekiirna karê kongirê danî, lê beşek giring û pirr bas û pirr bîrûboçûn mabûn, ku ew jî li heyamê 10 heya 12 rojan de ku bo roja kongirê mabû, bi kiryar îmkana vê tunebû.

Cuda ji vê yekê jî, dem jî di cihê xwe de nebû jiber ku pêkanîna kongirê hewcehî bi rewşeke salim ya pêwendiya di navbera partî û aliyên siyasî û aliyê asayî heye, ku rast di vê demê de, dema propagendeya hilbijartinên parlementoya Herêma Kurdistanê hebû, ku pêşbaziya li navbera aliyên siyasî ên başûr li pey xwe anî, ew rewş hekî bo rewşa hilbijartinê asayî ye, bo lidarxistina kongirê asayî nine.

Lewra hem bo baştir û serûber tewawkirina karên komîteya amadekar ya kongirê û hem jî bona desteberbûna rewşa hewce bo lidarxistina kongirê, komîteya amadekar ya Kongireya Neteweyî ya Kurd dema lidarxistina kongireyê paşve xist