Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêz Îbrahîm Hecîcî weha bas ji jiyan û xebata xwe ya pêşmergatiyê kir:

20:49 - 23 Gulan 2013

Hevpeyvîn:Faxir Molûdî

Îbrahîm Hecîcî xelkê Dere Hecîca ser bi herêma Hewramana Lehon ye. Li sala 1342’an (1963’an) ji dayîk bûye. Her li zarokatiya xwe de awareyê kurdistana Îraqê bûn û li Tewêlle akincî bûne, ji ber ku bavê wî li salên 1340’an (1961) pêwendî bi rêxistina veşartî a PDKÎ re hebûye, û piştî vê ku eşkere bûye, rû li Kurdistana Îraqê kiriye.

Birêz Îbrahîm Hecîcî weha bas ji jiyan û xebata xwe ya pêşmergatiyê kir:

“ Min destpêkê li hocrê de ders xwand. Piştî heşt mehan min li xwendegeheke Tewêlle de navnûsî kir û heya pola pêncê min ders xwand.

Bavê min ji aliyê hikumeta Îraqê ve hate girtin û çar salan li girtîgeha Ebûxerîb hate zîndanîkirin. Piştre li Ehwazê tehwîlê Îranê hate dan, û sal û nîvekê jî li Îranê hate zîndanîkirin, lewra min dest ji xwendinê hilgirt û sala 1974’an ez, diya xwe û xûşka xwe, me çûne Îranê, û li Dere Hecîc û Serpêlî Zehaw de min dest bi xwendinê kir.
Li sala 1356’an (1978) li Tewêlle, min pêwendî bi Mihemd Seîd Kalkal ve girt, û bi awayek veşartî min karên hizbî kirin, heya wê demê ku PDKÎ xebata xwe ya eşkere ragehand.
Min hestek pirr xweş hebû, jiber ku PDKÎ xebata xwe ya eşkere dest pêkiribû. Piştî têkçûna şoreşa Barzanî ku Kurd bê hêvî bibûn, coşek taybet di derûna min de peyda bû.
Min li Alana Serdeştê de bo yekem car Dr. Qasimlo dît, ez û bavê xwe wê demê du sal bûn ku em ji yektir dûr bûn, ez li hêza Şerîfzade de bûm, û bavê min bi her du mamên min re, wate Se’dullah û Seîd, li binkeya Deftera Siyasî de bûn. Ez çûme serdana bavê xwe li Alana Serdeştê, û sergurd Elyar gote min ku me hewcehî bi te heye. Lewra li cem sergurd Elyar û li komîsyona pêşmerge de ez mam.

Êvariyekê gotne min ku li gel şehîd Mîrza Ebdulla Mişkolan demjimêr 3’ê sibêdehiyê herne nêzîk Qeladizê, û mêhvan ji me re tên. Em demjimêr 6’ê sibêdehiyê gihîştin cihê diyarîkirî. Li wir çavê min kete kesekî ku li nav refên Be’sê de bû, û pêştir mamostayê min bû li dema xwendina li Tewêle de. Me yektir nasî û piştî ji hev pirsînê, min gotê tu li vir çi dikî. Wî got ez berpirsyarê vê eniya şer im. Herweha wî got em dizanin ku mêhvanê we kî ye, ew hezkiriyê me ye jî, û ew jî Dr. Qasimlo ye. ji kêfxweşiyan rondik ji çavên min hatin xwar. Saet 7’ê sibêdehiyê bû ku Dr. Qasimlo gihîşte wir. Piştî ehwalpirsînê ew siwarî hesp bû û em jî pêş wî ketin heta em gihîştin cihekê bi navê “Genaw”ê, û li wir me dest bi amadekirina xwarin û danîna çayê kir, li wir Dr. Qasimlo bangî min kir û navê min pirsî. Piştî vê ku min gotê ez kurê mam Tahir im, li bersivê de gote min ku Hecîcî daxwaza çi dikin, xwe hûn xwedî otonom. Min jî gotê bibore, lê em hatine ku we hînî Kurdatiyê bikin!. Piştî vê heyamê li “Gewre dê” gellek caran ez çûme xizmeta wî, û heta min cotek solên “Kilaş” jî, jêre çê kirin.

Nasîna min bi Dr. Seîd re jî li Alana Serdeştê de bû. Dema ku ez bi serwan Celalî û Sergord Elyar re, em çûne cemFetah Kawyan ku li jêr xîvetê de bû, Dr. Seîd jî li wir bû. Pirtûkek di destên wî de bû, û mijûlî qedem lêdanê bû. Em çûne jor de, me silav kir, lê wî bersiv neda, Fetah Kawyan gote min tu Îbrahîm Hecîcî yî, min gotê belê qurban. Gote min ku te bi îzna kî teqemenî ji hikumetê wergirtiye, min gotê qurban em bê fîşek mabûn, min jî kesek nas dikir, lewra me daxwaza teqemeniyê kir. Dr. Seîd got divêt ew bê cezakirin. Min jî gotê ku sergord Elyar û endamên komîsyona pêşmerge ji vê mesewlê agehdar bûne.

Sergord gote min tu dizanî eva kî ye, min got ne, got eva Dr. Seîd endamê Deftera Siyasî ye. Piştî çend rojan Dr. Seîd ez bo karek taybet bang kirme Deftera Siyasî. Ez çûme wir û Dr. Seîd li wir bû. Min silav kir û wî jî bersiva min da û çû serê min, û gote min: “ kurê min, tu heq bûyî”. Ez piştî wê hertim diçûme cem wî li Gewre dê li binkeya Radyoyê”.

Wî derheq pêkanîna jiyana hevbeş jî weha axivî:
“Ez şeva Yelda ya sala 1366’an (1988’an) bi hevjîna xwe ya niha wate Nafie re zewicîm, û niha me sê zarok hene. Ez pirr sipasdarê hevjîna xwe me, ku çendî n sal e bi min re ye û zehmetê dikêşe”.